• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge behsa wêneyên DAIŞê dike

Gulan Media February 14, 2015 Nûçe
Wezareta Pêşmerge behsa wêneyên DAIŞê dike
Wezareta Pêşemerge diyar dike ku, heta niha ew nizanin ku ew wêneyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine belavkirin û têde çend kesên bi cilên sor di hundirê qefesekê de derdikevin, yên Pêşmergeyên dîlgirtî ne yan na.

Wezareta Pêşmerge ragihand ku, belegeyên temam li ber destê wan nînin ku pştrast bikin ew Pêşmergeyên dîlên li cem DAIŞ`ê hatibin şehîdkirin.

Şeva borî torên civakî yên nêzîkî rêxisitna DAIŞ`ê, çend wêne belavkirin ku têde derdikeve Pêşmergeyên dîl ên li cem DAIŞ`ê amadekiribûn ji bo gulebarankirinê.

Di êrîşa vê dawiyê de ya çekdarên DAIŞ`ê bo ser eniyên başûrê Kerkûkê, hejmarek Pêşmerge ku heta niha bi fermî hejmara wan nayê zanîn, bi dîlî ketin destê çekdarên DAIŞ`ê.

Derbarê gulebarankirina Pêşmergeyên dîl ên li cem çekdarên DAIŞ`ê, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji BasNewsê re got: “Belgeyên temam li ber destê me jî nînin, ji bo ku bizanibin gelo ew Pêşmerge hatine gulebarankirin yan na.”

Yawer got jî: “Tiştê me bihîstî tenê gotegotin ku dibêjin hatine şehîdkirin.”

Beriya demekê jî Wezareta Pêşmerge ragihandibû ku “Ew bi rêyên taybet re hewildidin wan dîlan bi her nirxekî be azadbikin, lê nikarin bi fermî têkiliyê ligel DAIŞ`ê bikin.”

Basnews
Top