• Tuesday, 17 February 2026
logo

Cîgirên Talebanî daxwazeke Îranê red kirin

Gulan Media February 14, 2015 Nûçe
Cîgirên Talebanî daxwazeke Îranê red kirin
Di çarçoveya du heftiyan de 2 caran berpirsên Îranê ligel berpirsên pile bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyane, bi mebesta çreserkirina nakokiyên navxweyî yên YNK, lê baskê çaksazî yê wê partiyê pêdagirî li ser cîbicîkirina çaksaziyê kirine.

Piştî derketina nakokiyan di navbera baskên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de û hewlên ji bo jihev nêzkirina herdu baskan, di heyama 2 heftiyan de 2 caran berpirsên Îranê ligel serkirdeyên YNK li bajarê Silêmaniyê civiyane.

Li gor zaniyariyên ku bi dest BasNewsê ketine, di heyama 2 heftiyên borî de li bajarê Silêmaniyê du caran berpirsên Îranê bi armanca navbênkariyê û jihev nêzîkirina baskên dijî hev ên YNK, ligel her du cîgirtên Sekreterê Giştî yê YNK Kosret Resûl Elî û Berhem Salih û herwiha ligel Endama Polîtburoya YNK Hêro Îbrahîm Ehmed û Berpirsê Desteya Kargêrî Mela Bextiyar û Serokê Encûmena Navendî ya YNK Adil Murad civiyane.

Her li gor zaniyariyan di çarçoveya wan civînan de ku bi serpereştiya Femandarê Artêşa Quds a Îranê, Qasim Silêmanî birêveçûne û têde behsa çareserkirina arîşeyan û dîtina mîkanîzmekê ji bo encmadan civîna Pîlotburoya YNK hatiye kirin.

Çavknaiyeke din ji Polîtburoya YNK tevî ku ew zaniyarî ji Basnewsê re piştrastkir aşkere jî kir ku, di wan civînan de Cîgirên Sekreterê Giştî yên YNK tekezî li ser bicihkirina wan xalan kirine ku, ji bo çaksaziya siyasî û kargêrî pêşkêşkirine û herwiha ji şanda Îranê re gotine ku, ew çaverêyî aktîfkirina wan komîteyan dikin ku ji bo çareseriya wan arîşeyan hatine pêkanîn.

Piştî nexweşketina Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talebanê di meha Çile sala 2012`an de, nakokiyên baskên YNK serîhildan ê heta niha jî, bi bê çareserî û bi hilpesartî mane.

basnews
Top