Barzanî: Niha dostên me gellek in
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de, îro (13ê Sibatê) li paytext Osloyê bi Serokê Nemsayê Hans Fischer re hevdîtin pêk anî.
Piştî civînê, Barzanî bersiva pirsên Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî da û ragihand, civîn pir baş derbas bû û Hans Fischer bi baldarî guhdarî rewşa Başûrê Kurdistanê kir û ji serkeftinên Pêşmerge di şerê DAIŞê de jî pir kêfxweş bû.
Barzanî diyar kir ku Nemsa nikare di warê leşkerî de alîkariya Pêşmerge bike ji ber ku qanûnên wî welatî cuda ne lê di warê alîkariyên mirovî de gellek tiştên baş dike.
Mesûd Barzanî anî ziman ku hemû serok û lîderên ku bi wî re rûniştine, piştgiriya Pêşmerge kirine û wiha got: “Hemû bi hurmetek pir mezin li qehremantiya Pêşmerge û gelê Kurdistanê dinêrin. Niha dostên me pir in.”
Serok Barzanî roja 6ê vê mehê li bajaê Mûnîxê yê Almanyayê tevlî Konferansa Ewlehiyê ya Cîhanî bibû û bi gellek lîder û rayedarên cîhanê yên mîna Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden her wiha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtin kiribû.
Barzanî roja 10ê vê mehê jî li Parîsê bi Serokê Fransayê Hollande re hevdîtin pêk anîbû.
Rudaw
