• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAİŞ’ê nehişt 60 malbatên Kurd ji Mûsilê derkevin

Gulan Media February 13, 2015 Nûçe
DAİŞ’ê nehişt 60 malbatên Kurd ji Mûsilê derkevin
Rêxistina terorê ya DAİŞ’ê li navçeya Askî ya Mûsilê, rê li ber wan malbatên Kurd ên Gergerî girt ku dixwestin bên Herêma Kurdistanê.



Derbarê mijarê de Berpirsê Lijneya Navçeya Dîcle ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li sînorê Zumar ji BasNewsê re got: ‘’Piştî ku rêxistina terorîst a DAİŞ’ê dest danî ser bajarê Mûsilê, gelek daniştvanên bajêr mane asê û nikarin derkevin.’‘



Memûzînî wiha axifî: ‘’Hejmareke zêde ya Kurdên Gergerî ligel welatiyên din li taxên Yermûk, û 17’ê Temûzê mane asê û hinekan jî hewl daye ku xwe rizgar bikin, lê belê DAİŞ bi wan hesiyaye û nehiştiye ji bajêr derkevin.’‘



Memûzînî da zanîn ku zêdeyî 60 malbatên Kurd ên Gergerî li navçeya askê ya Mûsilê xwestine derbasî navçeyên di bin kontrola Pêşmergeyên Kurdistanê de bibin û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ew malbatên Kurd nêzîkê Pêşmergeyan bûbûn, lê belê DAİŞ’ê ew girtine û bo nav Mûsilê vegerandine.’‘



Basnews
Top