DAIŞ dest danî ser Bexdadiyê
Li gor çavkaniyan, DAIŞê piştî çend mehan ji dorpêçkirina bajarokê Bexdadî, kariye dest dane beşekî mezin yê wê bajarokê.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê jî got, şerekî giran li bajarokê Bexdadî diqewime.
Hat ragihandin ku çekdarên DAIŞê ji du aliyan ve êrişî wî bajarokî kirine, herwiha êrişî navenda Eyin Elesed jî kirin, lê êrişa wan hat têkbirin.
Nêzîkî 320 leşkerên amerîkî li navenda Eyin Elesedin û li wir hêzên iraqî perwerde dikin.
Rudaw
