Çiyayê Şengalê: Agir bi çadirê ket û 2 zarok mirin
Derbarê bûyerê de Fermandeyê Pêşmergeyên Kurd ên Êzdî li ser çiyayê Şengalê Qasim Şeşo agahî dan BasNewsê û got: ‘’Îro agir bi çadireke derbiderên ser çiyayê Şengalê ket û di encam de 2 zarok û dayîka wan şewitîn, her 2 zarok ji ber birîna wan giran bû canê xwe ji dest dan û dayîka wan jî bo nexweşxanê hatiye veguhestin û di jêr çavdêriya doktoran de ye.’‘
Li gor agahiyên BasNewsê, temenê yekî ji wan zarokan 7 û yê din jî 5 salî bûye û ji gundê Girxuzêr ê başûrê rojavayê qezaya Şingalê ne. Heta niha çendîn zarok li ser çiyayê Şengalê ji nêza û têhna canê xwe ji dest dane.
Piştî ku DAİŞ’ê êrîşî Şengalê kir û xist bin kontrola xwe bi hezaran Kurdên Êzdî ji cihên xwe derbider bûn, ên ku karîn xwe gihandin bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê û hejmareke zêde jî xwe spartin çiyayê Şengalê û heta niha jî li wir in.
Basnews
