Kurd piştî derxistina DAİŞ’ê ji bajêr vedigerin Kobanê
BasNews (Riha): Hejmareke zêde ya malbatên Kurd ên ku ji ber şerê DAİŞ’ê derbiderî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûbûn vegeriyan Kobanê. Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber şerê ku 5 meh berê di navbera DAİŞ û hêzên Kurdî de derketibû xwe sipartibûn Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, piştî vekişîna DAİŞ’ê vedigerin malên xwe.
Hejmarek ku ji nêzîka 700 kesî pêk tê û piraniya wan jin û zarok in bi kelûpelên ku bi xwe ra anîn li pêşiya deriyê sînor ê Murşîtpinarê kom bûn. Piştî destûrdayînê kom ji cihê kontrolê hat derbaskirin û nasnameyên wan hatin kontrolkirin. Kesên ku karên wan ên li cihê kontrolê qediyan derbasî Kobanê bûn.
Mecdule Kencura ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku ji ber vedigerin bajarê xwe gelekî kêfxweş in. Kencurê ji bo mêvandariya welatiyên Bakurê Kurdistanê spasiya hemûyan kir û got: “Înşele careke din tiştekî wiha neyê serê me.” Avaş Qasim jî destnîşan kir ku ew ê bi hev ra xaniyên xwe yên ku hilweşiyane çêbikin.
Hêjayê gotinê ye niha behsa paqijkirina mayînan ji bajêr û avakirina Kobanê ji nû ve tê kirin. Doh jî Rêveberiya Kantona Kobanê daxwaz ji raya giştî navneteweyî kir ku bi hewara wan ve biçin bo paqijkirina bajêr ji mînan.
Basnews
