Partiya Ebadî û Malikî biryaran li dijî Kurdistanê didin
Encûmena Şêwirî ya Partiya Dawe di civîneke xwe de, çend rasparde li dijî Herêma Kurdistanê derdike.
Çavknaiyeke agahdar ji wê civînê ji BasNewsê re aşkere kir ku, Encûmena Şêwirî ya Partiya Dawe ya Îslamî, tekezî li ser hewildane ku arîşe û nakokiyan di navbera Kurd û Sineyan de dirustbikin ji bo ku, li ser yasaya Zêrevanên Niştimanî neghêjin rêkeftinê.
Herwiha Lîsteya Dewleta Yasa ku fraksyona herî mezin a Partiya Dawe ye, pêşniyarek bo Serokatiya Parlamentoya Iraqê pêşkêşkiriye û têde daxwaz dike ku, bacê ji ser tiştên hawirde ku, ji derveyî welat hawirdeyê nava Herêma Kurdistanê tên kirin, hevşêweyê wê bacê be ku, li seranserê Iraqê heye.
Bi gotina çavkaniya BasNewsê, di civîna Encûmena Şêwirî ya Partiya Dawe de ku, her yek ji cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê wê partiyê Nûrî Malikî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî amadebûn, dijatiya xwe bo Serokê Encûmena Bilind a Îslamî li Iraqê û Serokê Lîsta el-Miwatin el-Iraqî Emar el-Hekîm anîne ziman û biryar dane ku, rê nedin Emar el-Hekîm daku posta Serokatiya Hevpeymana Niştimanî wergire, ji ber ku, ji Kurdan nêzîke û bi berdewamî tekezî li ser bicihkirina rêkeftinên Hewlêrê û Bexdayê dike.
Basnews
