Şanda Parlamentoya Kurdistanê li Amedê ye
Îro şandeke Parlamentoya Kurdistanê serdana bajaê Amedê yê Bakurê Kurdistanê kir û bi hevserokên Şaredariya Amedê re rûnişt.
Berdevkê şanda Parlamentoya Kurdistanê Elî Halo diyar kir ku Amed bajarê Şêx Seîd e ji ber wê jî ew girîngiyê didin têkiliyên Başûr û Bakurê Kurdistanê.
Elî Halo wiha axivî: “Têkiliyên me yên siyasî gihîştine asteke baştir. Em dixwazin di warên kulturî û civakî de jî têkiliyên xwe pêş bixin. Hêviya me ew e ku kurd di rewşa nû ya ku li Rojhilata Navîn de derketiye holê, bikarin zêdetir bi hev re di warên siyasî, netewî, civakî û kulturî de kar bikin.”
Wî parlamenterê Başûrê Kurdistanê behsa şerê DAIŞê jî kir û got, DAIŞ herî zêde rika xwe kutaye Kurdistanê û wiha got: “Ji ber wê jî divê em yekîtiya xwe ya netewî çêbikin. Serkeftina me di Kobanî, Kerkûk û Mexmûrê de tê wateya serkeftina demokrasiyê.”
Hevseroka Şaredariya Amedê Gultan Kişanak jî diyar kir ku serdana şanda Parlamentoya Kurdistanê ya Amedê gaveke mezin e ji bo xebata demokrasiyê.
Kişanak anî ziman ku xebata azadiyê ya kurdan dê ji hemû Rojhilata Navîn re azadî û wekheviyê bîne û got, ev jî di şer û berxwedana li Şingal, Kobanî û Mexmûrê ya li dijî DAIŞê de hat dîtin.
Şanda Parlamentoya Kurdistanê ji Elî Halo, Salar Mehmûd, Mihemed Elî Yasîn Taha, Êvar Îbrahîm, Necîbe Letîf Ehmed, Kemal Yelda, Behar Ebdulrehman, Perwa Elî Heme, Amanc Osman pêk hatibû.
Rudaw
