• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞê êriş kir lê 15 kuştî li pey xwe hîşt!

Gulan Media February 12, 2015 Nûçe
DAIŞê êriş kir lê 15 kuştî li pey xwe hîşt!
Li nêzîkî nahiyeya Keskê ya Mûsilê, çekdarên DAIŞê êrişî Pêşmerge kirin lê dema paşde reviyan, 15 kuştî li pey xwe hîştin.

Îro danê sibê çekdarên DAIŞê li eniya Keskê êrişî Pêşmerge kirin.

Efserê Pêşmerge li eniya Zûmarê raîd Xanemîr Herkî ji Rûdawê re got, çekdarên DAIŞê îro saet 03:00 li nêzîkî navenda leşkerî ya Keskê ya Mûsilê, êrişî Pêşmerge kirin.

Xanemîr Herkî da zanîn, hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan, di encamê de 6 otomobîlên wan hatin şewitandin, şofêlek wan ket destê Pêşmerge û li pey xwe jî 15 kuştî hîştin û reviyan.

Rudaw
Top