Îtaliya çar kopter bo pêşmerge birê kir
Serokerkanê Îtaliyayê gehêşte Hewlêrê
Duh Serokerkanê Îtaliyayê Luigi Binelli Mantelli bi serdaneke fermî gehêşte Hewlêrê û li gel wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir civiya.
Piştî civîna han di daxuyaniyekî de Mantelli got: Mebest ji serdana han bo Kurdistanê gehandina hevkariyên leşkerî yên Îtaliyayê bo hêzên pêşmerge ye û di vê serdanê de vê çar kopterên leşkerî bixin xizmeta hêzên pêşmerge.
Mantelli herwiha eşkere kir ku Îtaliya dixwaze çekên giran bide hêzên pêşmerge daku bikarêbe bi başî şerê dijî terorîstên DIŞIê bike û herwiha hijmara wan psporên ku hêzên pêşmerge perwerde dikin zêdetir bikin.
