• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Seroka Komîsyona Peywendiyên Derekiyên Encûmena Nîştîmaniya Fransa civiya

Gulan Media February 12, 2015 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Seroka Komîsyona Peywendiyên Derekiyên Encûmena Nîştîmaniya Fransa civiya
Êvariya roja sêşem 10.02.2015 Ferîd Yasîn Balyozê Iraqê li Fransa li ser şerefa Serok Barzanî şîvek li Balyozxaneya Iraqê li Parîs saz kir ku têda hejmarekî zêdeyê ji kesayetî û siyasetmedarên Fransayî û biyanî hatibûn vexwendin.

Her li heman cihî û berî destpêka şîvê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xanim Élisabeth Guigou Seroka Komîsyona Peywendiyên Derekiyên Encûmena Nîştîmaniya Fransa civiya.

Li vê hevdîtinê da Seroka Komîsyona Peywendiyên Derekiyên Encûmena Nîştîmaniya Fransa pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmerge li bereyên rûbirûbûna terorîstan kir. Her wiha beha rola jinên Kurd ya li cengê dijî terorîstan bi taybetî li Kobanê kir û sersamiya xwe bi xebatgêrî û azayetiya jinên Kurd nîşan da.

Rewşa siyasiya Iraq û Sûriye û rola Kurd li hevkêşeyên navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Top