Êrîşeke DAIŞê li Guwêr-Mexmûrê hat pûçkirin
Şeva borî, 10.02.2014, çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) êrîş kirine ser eniya Guwêr-Mexmûrê, lê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî besriva êrîşa çekdaran dan û êrîş pûçkirin.
Çavkaniyekê ji eniya Guwêr-Mexmûrê taybet ji BasNewsê re ragihand ku “Çekdarên DAIŞê ji gundê Car Ela yê ser bi qeza Mexmûrê ve êrîşî Pêşmergeyên Kurdistanê kirin, piştî şerekî giran jî Pêşmerge ew êrîş têkşikandin.”
Heman çavkaniyê diyar kir ku, di wê êrîşê de hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin, lê ew hejmar bû hûrî aşkere nekir.
Ji aliyek din ve, Pêşmergeyê xwebexiş li eniya Guwêr-Mexmûrê Qadir Hesen ji BasNewsê re diyar kir ku, şerê Pêşmerge û çekdarên DAIŞê li wê eniyê 15 xulekan dirêj kir, di encam de jî pêşmergeyek şehîd bû.
Basnews
