• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge ji 3 aliyan ve bajarê Mûsilê dorpêç kirine

Gulan Media February 11, 2015 Nûçe
Pêşmerge ji 3 aliyan ve bajarê Mûsilê dorpêç kirine
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistan rêyên çûn û hatina çekdarên DAIŞê bo derveyî bajarê Mûsilê birîne, herwiha ji 3 aliyan ve ew bajarê dorpêç kirine, hevpeymaniya navdewletî jî amadekariyan ji bo destpêkirina êrîşea bejayî ji bo azadkirina Mûsilê dike.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji 3 aliyan ve bajarê Mûsilê dorpêç kirine, fermandarekî Pêşmerge jî dibêje ku ew lê hêviya destpêkirina proseya azadkirina Mûsilê ne û heta wê demê ew dê bitenê bergiriyê li navçeyên ku têde bikin.

Serokerkanê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Cemal Mihemed ragihand ku Hêzên Pêşmerge gelekî ji navenda bajarê Mûsilê nêzîk bûne û rêya hatin û çûnê li çend navçeyan li pêş çekdarên DAIŞê birîne û got: “Di mehên borî de, Hêzên Pêşmerge pêşkeftineke berçav bidest xistine li eniyên rojhilat, rojava û bakurê bajarê Mûsilê.”

Cemal Mihemed diyar kir ku, li hin navçe tenê 10-15 kîlometir di navbera Hêzên Pêşmerge û Mûsilê de maye û wiha berdewam kir “Me dest daniye ser pirên serekî li navçeya Askê Mûsilê û Kesik”, ku rêya hatin çûnê li pêş çekdarên DAIŞê ji navenda Mûsilê heta qeza Tileferê dibire.

Li gor ku serokerkanê Pêşmerge ragihandiye, Hêzên Pêşmerge ji 3 aliyan ve bajarê Mûsilê dorpêç kirine, ji aliyê bakur ve li Deşta Neynewa ne, ji aliyê rojhilat ve li Mexmûr û Gurê û Xazirê ne û ji aliyê rojhilat ve jî li Kesik, Askê Mûsil, Wankê, Tilefer, Şingal û Sinûnê ne.

Eniya başûrê Mûsilê jî dê hêzên iraqî ji parêzgeha Selahedînê werin û li wir bicih bibin, piştre dê proseya azadkirina Mûsilê destpê bike, lê pêwîste ew hêzên iraqî berî ku başûrê Mûsilê kontrol bikin, tevaya parzêgeha Selahedînê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.

Roja 9ê Hezîrana sala 2014an, çekdarên Mûsil bajarê Mûsil (400 kîlometir li bakurê Bexdayê) girtin û ji wê demê de ew bajarê di bin kontrola wan de ye, herwiha ew bajar bûye navend ji êrîşên DAIŞê re.

Ji aliyê xwe ve, efserê hêzên Zêrevanî Kameran Hewramî diyar kir ku, nexşeya pêgeh û binkeyên DAIŞê li nava Mûsilê ketiye destê Pêşmergeyên Kurdistanê û bi berdewamî ew pêgeh û binke ji aliyê Pêşmerge ve tên topbaran kirin.

Organîzatorê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, John R. Allen jî berî çend rojan ragihand ku, niha amadekarî ji bo destpêkirina êrîşeke bejayî ji bo azadkirina Mûsilê tên kirin, ji bo wê mebestê jî 12 lîwayên iraqî hatine pêkanîn.

John R. Allen diyar kir ku, dê hêzên bejayî yên hevbevpeymanan jî alîkariya hêzên Iraqî di wê êrîşa bejayî de bikin. Lê heta niha beşdariya Hêzên Pêşmerge di wê prsoeyê de nehatiye yekalî kirin.

Basnews
Top