• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hevseroka PYDê: Fransa wê alîkariyê bide

Gulan Media February 11, 2015 Nûçe
Hevseroka PYDê: Fransa wê alîkariyê bide
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah eşkere dike ku di şerê li Kobanî de 408 şervanên Yekîneyên Parastinsa Gel (YPG) û 21 sivîl şehîd bûne. Herwiha dibêje Fransa wê di avakirina Kobanî de alîkariyê bide.

Asya Ebdilla di konferansekê de li Parîsê behsa civîna xwe ya ligel Serokê Fransayê Francoise Hollande kir û ragihand ku, Holand ji wan re gotiye ewê di dema pêş de danûstandinên xwe bi berpirsên PYDê re dewam bikin. Herwiha di mijara jinûve avakirina Kobanî de jî ewê alîkariyê bidin.

Hevseroka PYDê behsa amarên şerên ku 4 mehan li bajarê Kobanê domand kir û got, di wê demê de 408 şervanên YPG û YPJê şehîd ketine û li navnda bajêr jî 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 1500 sivîlên din jî birîndar bûne.

Asya Ebdilla herwiha eşkere kir ku di her çar mehên şerê li Kobanî de 4 hezar û 900 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, lê fermandarê YPGê li Kobanî gotibû ku 3 hezar û 710 çekdarên DAIŞê li wî bajêrî hatine kuştin.

Hevseroka PYDê Asaya Ebdilla daxwaz kir ku hêzên neteweyî, berî her tiştî ji bo avakirina korîdoreke ewlekariyê ya li Rojavayê Kurdistanê bixebitin.

Rudaw
Top