Parlamentoya Kurdistanê ber bi Kobanî birê ket
Endama Komîteya Civaka Sivîl a Parlamentoya Kurdistanê, Êvar Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand ku, şanda komîteya wan li ser vexwendina Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, îro sibehê ber bi Bakurê Kurdistanê birê ket.
Êvar Îbrahîm herwiha got ku şanda wan wê li Amedê ligel Şaredara Bajarê Mezin a Amedê û çend saziyên sivîl hevdîtinan pêk bîne.
Endama Komîteya Civaka Sivîl a Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir ku şanda wan wê serdana bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê jî bike ji bo ku li wir agehdarî rewşa bajêr û Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê bibe piştî ku ji destê DAIŞê ve hat rizgarkirin.
Êvar Îbrahîm bal kişand ku ewê raportekê derbarê rewşa Kobanî de amade bikin û bidin serokatiya Parlamentoya Kurdistanê.
Bi nêrîna Îbrahîm, baştir e Kobanê ji bo dîrokê wek xwe bimîne û bajarekî din li kêleka wê bê avakirin.
Rudaw
