Şêx Mihemed bin Raşid al Maktum pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî dike
Di dîdarekê de serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya al Maktum kir ji bo vexwandina wan bo Lutkeya Hikûmetî û al Maktum jî kêfxweşiya xwe li hember beşdariya Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re di lutkeyê de nîşan da.
Her du aliyan tekîd li ser pêşxistina têkeliyan, bi taybetî têkeliyên di warê siyasî, êkonomî, bazirganî, kulturî û civakî de kir.
Rewş û pêşhatên deverê bi giştî û cenga dijî terorîstên DAÎŞ û giringiya pêkanîna hevpeymaniay navdewletiya dijî DAÎŞê di civînê de hatin gotûbêj kirin.
Şêx Mihemed bin Raşid al Maktum kitêbeke xwe (Geşkirina Dubay) pêşkeşî bi Nêçîrvan Barzanî kir.
Şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, îro beşdarî di civîna serekeya Lutkeya Hikûmetî de kir ku, tê de şêx Ebdula bin Zayîd al Nihyan wezîrê derve yê Îmaratê lêkolînek li ser çewaniya geşkirina êkonomiya Îmaratê avakirina infrastruktura wî welatî, her ji roja damezrandinê heta îroj, pêşkeş kir.
