Birayê Şivan Perwer ji AK Partiyê dibe namzed
Mehhemt Perwer got ku ewê ji AK Partiyê bibe namzadê parêzgeha Rihayê.
Serokê Şaxa Rihayê yê AK Partiyê Zeynek Abidin Beyazgul diyar kir ku serlêdana ji bo namzediyê dê 11 Sibatê dest pê bike û got ku ti agahiyên wî derbarê biryara Mehmet Perwer ya ji bo namzediyê nîne.
Ji aliyê din ve jî Rektorê Zanîngeha Haranê Îbrahîm Halil Mutlu ji bo ji AK Partiyê bibe namzed dest ji karê xwe berda.
Rudaw
