PKK Erebên cihê gumanê vedgerîne gundên Şingalê
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi rêya vekirina deriyekî di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, hejmarek ji Erebên reviyayî, ku guman li ser wan alîkariya DAIŞê kiribin, vedgerîne gundên azadkirî yên Şingalê, Qayimqamê Qeza Şingalê jî dibêje ku, wan daxwaz ji PKK kiriye ku vî karî rawestîne lê ew partî li ser anîna Ereban berdewam e.
Li gor ku çavkaniyeke agehdar ji BasNewsê re ragihandiye, PKK di hewla xwe ya dawî de ji bo birîna Şingalê ji Herêma Kurdistanê, hesankariyê ji bo vegera bêhtir ji 160 malbatên Ereb kiriye, ku guman li ser wan malbatan heye alîkriya DAIŞê kiribin. Ew malbatên Ereb ji Mûsilê çûbûne Sûriyê û ji wêde bo cihê xwe yên berê hatine vegerandin.
Çavkaniya BasNewsê aşkere dike ku, PKK dixwaze bi wê rêyê dîwarekî neteweyî di navbera Şingal û Herêma Kurdistanê de drust bike, bi belgeha ku ji wan malbatên Ereb re gotiye ku: hatina we pêngaveke li pêş nevegera Şingalê bo ser Herêma Kurdistanê.
Çavkaniyê diar kir jî ku, tevî ku niha serkirdeyên PKK û partiyên ser bi PKK ve diyar dikin ku ew naxwazin destêwerdanê di karûkbarên Herêma Kurdistanê de bikin, lê ji aliyê kirdarî ve acîndeyên bi kantonkirina Şigalê berdewam dikin, PKK naxwaze Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê, lê di bernameya wê de heye ku wê navçeyê bi Sûriyê yan Rojavayê Kurdistanê ve girêde.
Di vê derbarê de, Qayimqamê Qeza Şingalê Meyser Hacî ji BasNewsê re aşkere kir ku, raste hejmarek ji malbatên gundê Niêm û çend malbateke din a Ereb ku guman heye alîkariya DAIŞê kiribin bi rêya deriyekî ku PKK ji wan re vekiriye û ew ji sînorê Rojavayê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê û sînorê qeza Şingalê vegerandine.
Meyser Hacî got: “Em nizanin mebesta PKK ji wî karî çiye, me daxwaz ji wan kiriye ku wî deryî bigrin, lê ya ku em jê agehdarin heta niha ew derî vekiriye, dibe ku PKKê bermaber pereyan ew kar ji bo Ereban kiribe.”
Lê Nûnerê Xweseriya Demokratîk li Herêma Kurdistanê Şêrzad Yezîdî ji BasNewsê re red kir ku ew bi her awayekî bixwain Şingalê ji Herêma Kurdistanê bibirin û got: “Têkiliya me çiye bi birîna Şingalê ji Herêma Kurdistanê, em li Rojava ne û Şingal bi xwezaya xwe Herêma Kurdistanê ye.”
Herwiha tekez kir ku, ew naxwazin li ser ti pirseke ji vî awayî biaxfin, ji ber ku wan kanton ava nekiriye, ew xelkê Şingalê bixwe kirine, tenê me piştgirî li xeklên xwe ên Şingalê kiriye.
Derbarê vegerandina wan Ereban bo gundên azadkirî yên qeza Şingalê, Yezîdî wiha got: “Xelk bi dilê xwe ye eger vegere yan venegere, em ti rêgiriyê li wan nakin.”
Basnews
