• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sê partiyên Bakûr di riya yekîtiyê de ne

Gulan Media February 9, 2015 Nûçe
Sê partiyên Bakûr di riya yekîtiyê de ne
Partiyên Bakurê Kurdistanê yê binemala Partiya Demokrata Kurdistanê yên ji ber bîrên cûda ji hev qetiyabûn jî li ser yekîtî û hevgertinê destbi komcivînan dikin.

BasNûçe / Enqere - Yekgirtina hêzen kurd a ku li Rojhilat Başûr û Rojavayê Kurdistanê li hember DAIŞ’ê didome arîşeyên di navbera partiyên kurdan de ji holê radike û wan nêzîkî hev dike. Partiyên Bakurê Kurdistanê yê binemala Partiya Demokrata Kurdistanê yên ji ber bîrên cûda ji hev qetiyabûn jî li ser yekîtî û hevgertinê destbi komcivînan dikin. Însiyatîfa Yekitiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur a ku ji hêla siyasetmedar û demokratên kurd pêk tê, ji bo partî û siyasetmedarên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyê nêzîkî hev bike û wan bigihîne hevdû komcivînan dike.

Berdevkê Însiyatîfa Yekitiya Partiya Demokrata Kurdistanê Ahmet Acar, Serokê Partiya Demokarata Neteweyî ya Kurdistanê Şemşid Firat, Serokê KADEP’ê Lütfü Baksi, Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Özçelik û Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê Mehmet Emin Kardaş di derbarê yekitî û komcivinan de ji rojnameya BasNûçeyê re axivîn.

‘Em dixwazin yekrêziya xeta neteweyî ava bikin’

Berdevkê Însiyatîfa Yekitiya Partiya Demokrata Kurdistanê Ahmet Acar, behsa komcivînên xwe kir û anî ziman ku gellek rewşenbîr û demokratên kurd beşdariyê li civînên wan dikin û ew êdî dixwazin cudahiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê de heyî de bi dawî bikin. Acar her wiha anî ziman ku ew bi gellek partiyên Bakurê Kurdistanê re rûniştine û di navbera wan de guftûgoyên erênî pêk hatine. Acar, wiha berdewam kir: “Di dehê meha çileyê de me li Midyadê civînek li darxist Ew civîna me ya ewil bû. Di nav me de gellek siyasetmedar û rewşenbîr û nivîskar jî hebûn. Em dixwazên kesê nêzikî Partiya Demokrata Kurdistanê ya kevn nêzîkî hevdû bikin û dawiyê li cidahiyan bînin. Em dixwazin yekrêziya xeta millî û netewî bikin yek. Em bi Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiyê, Partiya Demokrata Neteweyî ya Kurdistanê û Platforma Demokrata Kurdistanê re rûnîştîn. Guftûgoyên pozîtîf di navbera me de pêk hatin”

Xebatên kongreya yekîtiyê

Acar anî ziman ku wan serdana Partiya Azadiya Kurdistanê jî kiriye û bi dilgermî hatine pêşwazîkirin lê ew bi Hak-Par û HDP’ê re rûneniştine û serdana wan nekirine. Acar her wiha ragihand ku ew ê partiyên nû ava nekin û di bin sîwana partiyeke heyî de li hev kom bibin. Acar wiha got: “Em bi HDP’ê û Hak -Par’ê re rûnenîştine. Helwesteke me ya wisa jî tuneye. Em bi partiyên nêzîkî xeta neteweyî re rûdinên. Em nabêjin em ê partiyeke nû ava bikin. Em bangawaziyê li xeta neteweyî dikin, em civînan dikin, em dibêjin partiyên me ji xwe hene. Em kongreyekê li dar bixin û di bin sîwana partiyekê de li hev kom bibin û yekîtiya xwe ava bikin.”

Pîrozbahî li partiyên Rojhilatê Kurdistanê

Berdevkê Însiyatîfa Yekitiya Partiya Demokrata Kurdistanê Ahmet Acar, her wiha eşkere kir ku heta niha Partiya Demokrata Neteweyî ya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê pêşniyarên wan qebûl kiriye û amadekariyên yekitiyê dikin. Acar, eşkere kir ku tenê Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak pêşniyarên wan qebûl nekiriye û xwe neda ber pêşniyarên wan û persivên neyenî dan wan. Acar komcivînên Hizba Demokrata Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê jî bibîrxist û wiha axaftina xwe wiha bidawş kir: “ Em ji yekitiya partiyên Rojhilatê jî gellekî kefxweş in. Xelkê me jî ji xwe vê dixwaze. Xelkê me jî çave reyî vê yekê ye. Em civinên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Hizba Demokrata Kurdistanê jî pîroz dikin.”

Baksi: HDP bereya parastina demokrasiya Tirkiyê ye

Serokê KADEP’ê Lütfü Baksi, behsa xebat û komcivînên Însiyatîfa Yekitiya Partiya Demokrata Kurdistanê kir û eşkere kir ku ew ji xebatên însîyatifê kêfxweş in û ew ji bo avakirina yekîtiyê amadene. Baksî di dirêjahiya axaftina xwe de eşkere kir ku li Bakurê Kurdistanê du bereyên siyasî hene û bereyek xeta Kurdistanê yê û bereya din ji bereya parastina demokrasiya Tirkiyê ye. Baksî wiha berdewam kir: “ Hevkar û rewşenbîrên me li hev civiyane û ji bo yekitiya me komcivînan li dar dixin. Em komcivînên wan gellekî baş dibînin. Ev helwesta wan rêaksiyona gelê kurde jî. Li Bakurê Kurdistanê du bereyên siyasî hene. Bereyek parastina Kurdistanê dike em di nav wê bereyê dene. Bereya din jî parastina demokrasiya Tirkiyê dike. Ew bere jî HDP ye. Xelk ji vê bereyê acizbûne. Em nebin yek em jî nikarin muxalefeta HDP’ê bikin. Di siyaseta Bakurê Kurdistanê de valahiyek mezin heye.”

Însiyatîf tifaqê pêk tîne

Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê Mehmet Emin Kardaş jî eşkere kir ku gellek hevalên wan di xebatên siyasî de cih nedigirtin û xwe bi paş de vekişandibûn û ji cihêbûna wan aciz bibûn. Kardaş her wiha eşkere kir ku niha ew hevalên wan bûne însiyatif dixwazin wan bigihînin hevdû û tifaqekê di navbera wan de ava bikin. Kardaş proseya destpêkirina danûstendinan wiha anî ziman: “ Hinek heval hatin û gotin em ê yekitiyê ava bikin.Li Midyada Mêrdînê û Batmanê civîn li dar xistin. Min ji wan re got ez amademe bi hemû partiyên kurd re rûnem.”

Kardaş: PDNK PDK-T û KADEP’ê li hev kiriye

Mehmet Emin Kardaş, her wiha diyar kir ku Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak bersivên erênî nedane însiyatifê û ew yekîtiya demokratên Kurdistanê naxwaze. Kardaş wiha bi dawî kir: “Serokê Platforma Demokratên Kurdistanê bersivên erênî nedane. Heta niha me PDK-T’yê KADEP’ê û PDNK’ê me li hev kiriye. Komcivînên me berdewam dikin. Em digihên encamekê.

Partiyên kurd berjewendiyên xwe diparêzin

Serokê Partiya Demokrata Neteweyî ya Kurdistanê Cemşid Firat jî ragihand ku perçebûn û belavbûna hizbên kurdî ji Kurdistanê xizmetê re nake û wan bêhtir lawaz dike. Firat anî ziman ku gellek partî ji bo berjewendiyên partiyên xwe siyasetê dikin û Kurdistanê naparêzin. Firat li ser komcivînên yekitiyê jî rawestiya û wiha got: “ Lazime demokratên Kurdistanê hevdû bigrin û yekîtiyê ava bikin. Em yekîtiya milletê kurd diparêzin. Heweceye partî nedin ser berjewendiyên xwe, berjewendiyên Kurdistanê biparêzin.”



Hewcedariya azadîxwaz û demokratên kurd

Serokê Giştî ye Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik anî ziman ku weke ew xebatên Însiyatîfa Yekitiya Partiya Demokrata Kurdistanê gellekî muhîm dibînin û ew serketinê ji wan re dixwazin. Özçelik her wiha daxuyand ku hewcedarî bi demokrat û azadîxwazên Kurdistanê j heye û ew jî, ji bo azadiya Kurdistanê amadene alikariya hemû partiyên siyasî yên kurd bikin.

‘Hewcedariya kurdan bi yekitiyê heye’

Mustafa Özcelik, siyaseta HDP’ê jî rexne kir û anî ziman ku siyaseta demokratikkirina Tirkiyê keda partiyên kurd lawaz dike û ji kurdan re nebaş e. Ozçelik axaftina xwe wiha domand: “Bila eniyeke azadixwazên kurd bicive. Hewecedariya kurdan bi azadî û yekitiya hev heye. Partiya Azadiya Kurdistanê li ser vê yekê kar dike. Em siyaseta demokratîkkirina Tirkiyê nebaş dibînin. Ew siyaset keda kurdan lawaz dike. Divê siyaseta azadiya Kurdistanê bê parastin.” (BasNûçe) / (r.s)

Top