• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed bin Ziyad Alnîhan civiyan

Gulan Media February 9, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed bin Ziyad Alnîhan civiyan

Cîgirê Fermandarê hêzên leşkerî yên Emaratê pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê kir.

Duh li Ebûzebî Cîgirê Fermandarê hêzên leşkerî yên vê welatî Şêx Mihemed Bin Ziyad Alnîhan pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî kir.

Di hevdîtinê de Şêx Mihemed kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina han diyar kir û spasiya Nêçîrvan Barzanî kir ku beşdariya zirveya dewletî ya Dubai bûye.

Li hember de jî Barzanî jiber wexandina xwe bo beşdarî kirin di zirveya han de spasiya rayedarên Dubai kir û kêfxweşiya xwe jî ya li hember serdana han diyar kir.

Di beşeke din ya hevdîtina han de her du alî behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Emaratê kirin û tekez li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina peywendiyên han di her warî de bi taybetî di ware abûrî de kirin.

Barzanî herwiha jiber hevkariyên însanî yên Emaratê spasiya vê welatî kir û balkêşande ser çalakiyên heyva sor ya vê welatî di warê hevkarî kirina penaberan li Kurdistanê de û destxweşiya stafa heyva sor ya Emaratê kir.
Top