• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Hewlêrê nunerên hevpeymaniya cîhanî civiyan

Gulan Media February 9, 2015 Nûçe
Li Hewlêrê nunerên hevpeymaniya cîhanî civiyan

Nunerê hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê li Hewlêrê civiyan.

Duh bi Serokatiya wezîrê karûbarên navxwe Kerîm Şengarî yê ku di şûna wezîrê pêşmerge de amade bû, civîna nunerên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorîstên DIŞIê hate sazkirin.

Di civînê de behsa pêşhat û guhertinên dawî yên rewşa meydaniya eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê hatin nirxandin û behsa pêşrewiyên hêzên pêşmerge û şikestên terorîstan hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa bername û taktîkên domandina şerê dijî terorîstên DIŞIê hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku nabe bi ti awayî boşatî di eniyên pêş yên şer de çê bibe.

Her di civînê de behsa bihêztir kirina hevkarî û hemahengiyên navbera endamên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorîstên DIŞIê hate kirin.
Top