• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê Fransayê bi şandeke PYDê re civiya

Gulan Media February 9, 2015 Nûçe
Serokê Fransayê bi şandeke PYDê re civiya
Serokomarê Fransayê François Hollande ligel şandeke Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li Parîsê civiya.

Li gorî daxuyaniyeke Navenda Medyayî ya PYD, şanda Rojavayê Kurdistanê ji hevserokên PYDê Asya Ebdulah û Salih Mislim û fermandara YPJê Nesrîn Ebdulah pêk hatibû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku şandeyê ligel Hollande di derbarê Kobanî û bi taybetî jî li ser çawaniya rûbirûbûna DAIŞê gotûbêj kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku pirsa koçberan û jinûve avakirina Kobanî jî bi Hollande re hate axaftin.

Hat ragihandin ku helwesta Hollande di vê hevdîtinê de erênî bûye û biryar e ku ew şanda Rojavayê kurdistanê serdana çend welatên din yên Ewropayê bike û hevdîtin û gotûbêjan pêk bîne.

Rudaw
Top