• Tuesday, 17 February 2026
logo

500 kurd di nava DAIŞê de ne

Gulan Media February 9, 2015 Nûçe
500 kurd di nava DAIŞê de ne
Nivîsingeha Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nûtirîn zanyarî derbarê wan kesên ku ji Kurdistanê tevlî rêxistina DAIŞê bûne, eşkere dike û dibêje hejmara wan derdora 500 kesî ye.

Yek ji berpirsên Navenda Akadîmyeya Îslamî li Dihokê jî dibêje, hinek ji mamosteyên olî li navendên olî yek ji sedemên tevlîbûna wan kesan e di nava refên DAIŞê de.

Berpirsekî pilebilind ê PDKê derbarê hejmara kurdên nava DAIŞê agahiyên girîng belav dike û dibêje: “Di destpêka şerê kurdan ligel rêxistina DAIŞê de hejmara kurdên nav DAIŞê gellekî kêm bû, lê niha dîsa hejmara wan zêde bûye.”

Berpirsê Nivîsingeha Rêxistinê ya PDKê Cefer Îbrahîm ji Rûdawê re ragihnad: “Li gorî lêkolîna dawî, hejmara kurdên Başûrê Kurdistanê yên ku tevlî refên DAIŞê bûne, gihîştiye 500 kesî, ku hinek ji wan şanaziyê bi wê yekê dikin û bi şanazî derdikevin, ku ev jî tişteke xeternak e.”

Îbrahîm, ku di deman demê de cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê ye, wiha domand: “Mixabin piraniya wan xortan xelkê bajarê Helebceyê ne.”

Li Herêma Kurdistanê çendîn navendên îslamî di nava zanîngeh û peymangehên hene, ew jî jibilî wan navendên ku ji aliyê partiyên îslamî ve hatibûn vekirin û piştre Hikûmeta Kurdistanê ew girtin. Mamosteyê peymangehekê hinek ji mamosteyên wan navendan yek ji sedemên tevlîbûna wan xortan e di nava refên DAIŞê de.

Rêktorê Peymangeha Zanistên Îslamî ya Dihokê Dr. Muhsin Doskî rexne li mamosteyên navendên olî digire û dibêje: “Programên wan navendan ne xerab in, lê belê mamosteyên wan ne di asta pêwîst de ne û dibin sedem ku hinek ji wan kesan tundrew derkevin û tevlî rêxistinên terorê mîna DAIŞê bibin.”

Dr. Muhsin Doskî wiha domand: “Beşek ji wan kurdên di nava DAIŞê de ne, pir poşman bûne, lê nizanin çawa vegerin.”

Rudaw
Top