Urdunê 56 pêgehên DAIŞ ji navbirin
Fermandarên Hêzên Ezmanî yên Urdunê general Mensûr Salih el-Ciborî di konferensekî rojnamevanî de aşkere kir ku, di heyama sê rojan de 56 pêgeh û embargehên teqemeniyan û wêstgehên sûtemenniyê yên DAIŞ`ê li Sûriyê ji navbirin û got: “Di roja yekem oprasyonê de ku, bi navê Muaz el-Kesasbe dest pêkir, 19 pêgehên çekdarên DAIŞ`ê ji holê rakirin.”
El-Ciborî diyar kir jî ku “Roja duyem a wê oparsyonê 18 embargehên çek û teqemeniyan û navendên lojistî yên DAIŞ`ê jinavbirin, herwiha roja Sêyem jî, 19 cih û veşargeh jinavbirin û bi giştî di heyama wan her sê rojan de, ji sedî 20 ji karînên cengî yên DAIŞ`ê jinavbirin.”
Fermandarê Hêzên Ezamanî tekez kir ku “Ji destpêka oprasyonên leşkerî yên dijî DAIŞ`ê ve, bi giştî 5 hezar û 500 êrîşên firokeyên hevpeymanan dijî DAIŞ`ê hatin encamdan ku, 946 êrîş ji aliyê Urdunê ve bûn û bêhtir ji 7 hezar çekdarên DAIŞ`ê jî di wan êrîşan de hatine kuştin.”
Di çarçoveya oprasyonên hevpeymana navdewletî de li dijî çekdarên DAIŞ`ê, firokeya verokevanê Urdunê Meaz el-Kesasbe di dema bombebaran kirina pêgehên DAIŞ`ê de li bajarê Reqe yê Sûriyê, di 25.1.2014`an hatexwar , roja Sêşema borî 03.02.2015`an ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve bi saxî hat şwitandin û ev êrîşên Urdunê bi tolhildan el- Kesasbe tên nasîn.
Basnews
