• Tuesday, 17 February 2026
logo

Erdogan li dijî namzedbûna Hakan Fidan derket

Gulan Media February 9, 2015 Nûçe
Erdogan li dijî namzedbûna Hakan Fidan derket
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got ku ew li dijî namzedbûna Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan e ji bo hilbijartinan.

Recep Tayyip Erdogan, berî ku ber bi Kolombiya birêkeve ji bo rojnamevanan ragihand ku ew namzedbûna Hakan Fidan bo hilbijartinan baş nabîne û wî ev yek ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu re jî gotiye.

Ev gotina Erdogan di nava siyasetmedar û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê de rastî dengvedaneke mezin hat û dibêjin, ev gotina Erdogan bi temamî stratejîk e û wî bi xwe Hakan Fidan ji bo namzedîyê destnîşan kiriye.

Wek tê zanîn Şêwirmendê MÎTê Hakan Fidan destê xwe ji karê MÎTê kişand û dê wek namzedê AK Partiyê tevlî hilbijartinan bibe.

Rudaw
Top