Serok Barzanî û Jeo Biden civiyan
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Munich û hevdîtinên xwe yên li gel Serkirdeyên welatên din yên cîhanê de, duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li gel Cîgirê Serokê Amerîkayê Jeo Biden civiya.
Di civînê de rewşa Îraqê, Kurdistan û deverê û herwiha şerê dijî terorîstên DIŞIê hate nirxandin û her du alî behsa hemahengiya navbera Amerîka û Kurdistanê û herwiha hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê kirin.
Her di hevdîtina han de behsa serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstên DIŞIê û azad kirina erdnigariyeke berfire ji aliyê hêzên pêşmerge ve ji destê terorîstan hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime bo têkşikandina terorîstên DIŞIê di warê çek û cebelxaneyan de hevkariya hêzên pêşmerge were kirin.
Di dawiya hevdîtina han de her du alî behsa çawetiya bihêztir kirina peywendiyên navbera Amerîka û Kurdistanê de kirin.
