• Tuesday, 17 February 2026
logo

‘Pêdiviya me bi alîkariya zêdetir a Amerîkayê heye’

Gulan Media February 8, 2015 Nûçe
‘Pêdiviya me bi alîkariya zêdetir a Amerîkayê heye’
Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji Amerîka û îdareya Obama kir ku di rûbirûbûn û jinavbirina çekdarên DAİŞ’ê de rolekî berfirehtir bibînin.

Di bernameyekî kanala NBCNews a Amerîkî de, Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: ‘’Heta niha di pratîkê de me stratejiya Amerîkayê bo jinavbirina DAİŞ’ê nedîtiye. Loma em hêvîdar in ku ew stratejiya Amerîka ya heyî ji bo jinavbirina DAİŞ’ê, bikeve warê pratîkê.’‘

Barzanî ku beşdarî bernameyê Meet Press a wê kanalê bû, wiha axifî: ‘’Heta niha me di pratîkê de tiştekî wiha cidî nedîtiye ku nîşana wê yekê be bi awayekî bilez DAİŞ were jinavbirin. Bi hezaran bûne qurbanî, jiyana xelkekî zêde xistiye jêr metirsiyê bi wêya ku rê hatiye dayîn DAİŞ heta demeke zêdetir bimîne.’‘

Di heman bernameyî de wek bersiva gazin û rexneyên Barzanî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kery, got: ‘’Ji bo jinavbirina DAİŞ’ê demeke zêdetir pêwist e, ji ber heta niha artêşa İraqê ne amade ye daku rîbirûyê wê grûba radîkal bibe. Ew hêza ku DAİŞ’ê jî jinav dibe, divê hêza İraqî be, neku hêza Amerîkî, Brîtanî yan her hêzeke din a biyanî.’‘

Derbarê rola Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de jî di rûbirûbûna çekdarên DAİŞ’ê de, Kery nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Ez baş ji bilezbûna Barzanî fam dikim û dizanim jî ku Hêzên Pêşmerge gelekî jêhatî û çavnetirs bûn, me jî hejmareke baş a çek û teqemeniyan daye wan û hevpeymanên me yên din jî hevkariya wan kirine.’‘

Basnews
Top