Nêçîrvan Barzanî: Em li gor rêkeftina petrolê tevdigerin
BasNews (Hewlêr): Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, ew li gor rêkeftina petrolê ya ku bi hikûmeta Bexdayê re îmze kirine tevdigerin. Serokwezîr Barzanî da zanîn ku li gor rêkeftina petrolê ya ku bi hikûmeta Bexdayê re îmze kirine tevdigerin û got: “Hêviya me ew e ku bi hikûmeta Heyder el-Ebadî re meseleyên me çareser bibin.”
Barzanî li ofîsa xwe ya serokwezîriyê ya li Hewlêrê ligel endamên Komisyona Gaz û Petrolê yên li Parlamentoya Iraqê civiya. Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da hatiye weşandin, di hevdîtinê de li ser mijarên wek rêkeftina enerjiyê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, yasaya petrol û gazê, kar û xebatên komisyonê yên li Parlamentoya Iraqê û mijarên ku li ser li hev nekirine hatine rojevê.
Li gor daxuyaniyê, Barzanî ji endamên komisyonê daxwaz kir ku “bila li ser derxistina petrolê û şandin û firotina wê lêkolînan bikin, wek aliyê sêyemîn hemû astên xebatan bişopînin.” Barzanî tekez kir ku li gor rêkeftina petrolê ya bi hikûmeta Bexdayê re îmze kirine tevdigerin û wiha axifî: “Herêma Kurdistanê li gor rêkeftina bi Iraqê re tevdigere. Mijarên ku di navbera Bexda û Hewlêrê de wek nîqaş mane jî hêviya me ew e ku bi îdareya Heyder el-Ebadî re çareser bibin. Em wek Herêma Kurdistanê amade ne ji bo têkilî û hevkariyê.”
Barzanî destnîşan kir ku di mijara petrolê de li gor destûra bingehîn a Iraqê tevdigerin û axaftina xwe wiha qedand: “Herêma Kurdistanê di derxistin û şandin û firotina petrolê de li gor destûra bingehîn tevdigere. Li gor destûra bingehîn kar û barên xwe dimeşîne.” Endamên komisyonê jî hêvî kirin ku mijar û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê werin çareserkirin.
Basnews
