• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî: Dilopek xwîna pêşmergeyekî ji hemû samanên dunyayê buhatir e

Gulan Media February 8, 2015 Nûçe
Barzanî: Dilopek xwîna pêşmergeyekî ji hemû samanên dunyayê buhatir e
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarê Mûnich yê Almanyayê piştî civîna xwe ligel çend senetorekî amerîkî ji Rûdawê re axivî û behsa hevdîtinê xwe ligel berpirsên welatên cîhanê kir.

Duhê Barzanî bi cuda cuda bi Şêwrimenda Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Berpirsa Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrupa Federica Mogherini, Wezîrê Derveyê Norwêc Burg Brend, Wezîra Parastina Almanyayê Ursula Von Der Leyen, Wezîrê Derveyê Ermenîstanê Edward Nalbandian û Serokwezîrê Lubnanê Temmam Selam re civiya.

Barzanî wiha got: “Hevdîtinên me hemû girîng bûn. Bi taybetî civîna me ligel Şêwrimenda Almanyayê Angela Merkel, pir baş û serkeftî bû. Merkel pir girîngî bi rewşa Herêma Kurdistanê dide, herwiha ji min re got ku biryar welatê wê biryar daye çekê zêdetir û baştir ji Hêzên Pêşmerge re bişîne, ku ev gotineke pir xweş bû.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Tişta ku cihê dilxweşiyê ye ku, hemû bi çavê rêzê li qehremaniya Hêzên Pêşmerge dinerin.”

Peyamnêra Rûdawê Ji Barzanî re pirsî, ti çi ji dayîkên şehîdan re dibêje?, di bersivê de wiha got: “Dilopek xwîna pêşmergeyekî li cem min ji hemû samanên dunyayê buhatir e, lê ji ber ku em wê xwînê di ber parastin Kurdistanê û şeref û kerameta gelê kurd de didin, em neçar in bi xwîna xwe kerameta xwe biparêzin. Ez serê xwe li ber daykên şehîdan dadixim û destên wan maç dikin.”

Rudaw
Top