Kemal Burkay: KCK projeya dewletê ye
Burkay ji Ajansa Cîhanê re got ku Koma Civakên Kurdistanê (KCK) destpêka salên 2000an hatiye avakirin û wiha got:
“KCK ji bo ku PKK û hemû rêxistinên legal girêdayê wê bibe û bi rêya wê bê rêvebirin hat damezrandin. PKK projeyek ya dewletê bû û dewletê bi rêya Ocalan û parêzerên wî ava kir. Ji ber vê yekê jî ew qasî zêde ajanên MÎTê di nav wan de hene.”
Burkay diyar kir ku nêrînên wî û yên dewletê yên derbarê pirsgirêka kurdan de ji hevdu cuda ne û got ku ti projeyên hikûmetê di aliyê aştiyê de nînin.
Kemal Burkay anî ziman ku dibe Ocalan ji girtîgehê derbikeve û wiha domand: “Heger çareserkirina pirsirêkan û aştî pêk were divê Ocalan jî ji girtîgehê derbikeve.”
Burkay derheqê pêwendiyên PKK-KCK û MÎTê de jî wiha got:
“Dema ku Ocalan anîn Tirkiyeyê dewletê ji xwe re got bandora wî li ser PKK heye û emê bi rêya wî rêxistinê kontrol bikin. Herwiha dewletê li gorî vê ramanê hewl da û rê neda PKK xwe tesfiyê jî bike. Rayedarên dewletê gotin ku heger PKK tesfiye bibe valayiyek dê çêbibe, lê em dikarin PKK kontrol bikin û emê bi rêya wê jî kurdan kontrol bikin.”
Rudaw
