• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hewlêr û Bexda nakokiyên xwe yên darayî çareser dikin

Gulan Media February 8, 2015 Nûçe
Hewlêr û Bexda nakokiyên xwe yên darayî çareser dikin
Îro şandek ji komîsyona petrol û gazê ya Parlamentoya Iraqê dê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî bicive.

Serokê Komîsyona Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Arêz Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Emê di civîna xwe ligel Hikûmeta Kurdistanê behsa nakokiyan bikin û di wî warî de çi ji destê me were, emê bikin da ku hemû arîşe werin çareserkirin.”

Parlamenterekî Kurdistanê jî dibêje piştî wê hevdîtinê, dê komîsyona petrol û gazê ya Parlamentoya Iraqê ligel komîteya pîşesazî û enerjî û çavkaniyên xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê bicive.

Derbarê wê hevdîtinê de, Endamê Komîteya Pîşesazî û Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Dilşad Şeban ji Rûdawê re ragihand: “Di navbera herdu komîteyn de gellek xalên hevbeş hene û hewl didin ku herdu alî nakokî û kîmasiyên xwe çareser bikin.”

Rudaw
Top