Nerwîc spasiya rol û berxwedana Pêşmerge dike
Di berdewamiya civîn û hevdîtinên xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî lgel Wezîrê Derve yê Nerwîcê Borge Brende civiya.
Piştî bidawîhatina civînê, Wezîrê Derve yê Nerwîcê Borge Brende kêfxweşiya xwe bi rola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkla (DAIŞ)ê de anî ziman û ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re got: “Em bi xebata we kêf xweşin, ewa hûn dikin bûye dîmenek nayê jibîr kirin û wê ber çavên hemû cîhanê bimîne.”
Herwiha navborî ragihand ku, ew şanaziyê bi rol û xebata Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.
ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi navê gelê Kurd spasiya gel û hikûmeta Newrîcê re kir û got: “Pêwîstî bi bergiriyeke zêdetir heye.”
Herwiha Barzanî tekez kir ku, Ji bo berdewamiya bergirî û hevkariyê pêwîste peywendiyên zêdetir hebe.
Basnews
