Balafir bi giranî li nîva Mûsilê didin û çekdar direvin
Fermandarê Hêza 2 ya Zêrevanî li Eniya Xazir Emîd Mexdîd Herkî ji Rûdawê re ragihand: “Ji seat 12:00 balafirên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li nava Mûsilê didin.”
Emîd Mexdîd Herkî wiha got: ‘Ji destpêka şerê DAIŞê heta niha, balafiran bi vê awayê giran li çeper û navendên DAIŞê nedane.”
Herkî wiha domand: “Li gorî agahiyên me, ji ber giraniya wan lêdanan, çekdarên DAIŞê ji nava bajêr derdikevin.”
Wî fermandarê Pêşmerge ragihand: “Bombebarana balafiran li ser bajarê Mûsilê û derdora wê beriya çend rojan dest pê kiriye, bi taybetî piştî şewitandina pîlotê urdunî Meaz Kesasîbî ji aliyê DAIŞê ve.”
Emîd Mexdîd Herkî wiha domand: “Lê balafiran îro pir bi giranî li nava bajêr didin, bi awayekî ku dibe ku azadkirina Mûsilê nêzîk bûye.”
Çekdarên DAIşê havîna par bajarê Mûsilê xistin destê xwe de û niha hewl tên dan ku ew bajêr bi were rizgarkirin.
Rudaw
