• Tuesday, 17 February 2026
logo

Almanya dîsa çekan ji Kurdistanê re dişîne

Gulan Media February 7, 2015 Nûçe
Almanya dîsa çekan ji Kurdistanê re dişîne
Hikûmeta Almanyayê biryar da bi qasî 13 milyon euro çek û teqemeniyan bide Başûrê Kurdistanê.

Wezareta Parastinê ya Almanyayê piştî civîna di navbera Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, di daxuyaniyekê de hejmara wan çek û teqemeniyên ku wê welatê wê bide Başûrê Kurdistanê, eşkere kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê, Almanya wê 30 rokêtên li dijî tankan, 203 çekên bazoka, 4 hezar û 80 tifeng, 40 demançe, 10 hezar bombe, 10 otomobîlên veguhstina leşkeran, 10 amulans, 6 milyon û 500 hezar fîşek û gellek cilên zistanê yên leşkerî bide Başûrê Kurdistanê.

Wezareta Parastinê ya Amerîka ragihand ku Neteweyên Yekbûyî çend caran daxwaz kiriye ku alîkariya Hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê bê kirin û hewlên zêdetir bên dayîn ji bo têkbirina rêxistina DAIŞê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Almanya wan alîkariya di çarçoveya rêkeftineke navdewletî de pêşkêş dike.

Rudaw
Top