Gerd Müller spasiya Pêşmerge kir
Munchen/Basnews- Wezîrê Hevkariya Aborî û Pêşveçûnê yê Almanyayê Gerd Muller di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Die Welt de alîkariya çek û cebilxane ya ji Pêşmerge re parast û ji ber li dij DAIŞ’ê şerekî dijwar dimeşînin spasiyên xwe pêşkêşî Pêşmerge kir. Müller, di hevpeyvîna xwe de anî ziman ku Pêşmerge ji bo wan û ewlehiya wan jî li dij DAIŞ’ê şer dike û têdikoşe. Müller got: “Lê belê ji bilî şandina çekan, pihêtkirina bingehên aborî ne konsepta me ye lewre, yasayên Almanyayê rê nadin ku dewleta Almanyayê alîkariya çekan ji bo herêmên bi aloz bike. Lê belê ji ber ku rewşa wê cûda ye, wek îstisna em alîkariya çekan ji Herêma Kurdistanê re dikin”
Gerd Müller di berdewamiya hevpeyvîna xwe de qala gera xwe ya li kampên Penaberan dike û dide zanîn ku li Hewlêrê ew bi hin jin û keçên ezdî yên ku ji alî DAIŞ’ê ve hatibûn revandin re peyivî ye. Müllek da zanîn ku piraniya wan keç û jinan ji alî Pêşmerge ve hatine rizgarkirin û got: “Li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên parastin û mafê mirovan ku DAIŞ bûye sedem hene. Ji bo van pirsgirêk bêne çareserkirin pêdivî bi alîkariya çekan heye”
Gerd Müller, di dawiya hevpeyvîna xwe de bang li Hikûmeta federal a Almanyayê kir ku ji bo perwerdekirina penaberên keç û ciwan alîkarî bike. Müller got: “Divê em hin pisporên perwerdeya pîşeyî bişînin Hewlêrê. Teqez wê rojekî şer biqete û wê aştî were wî welatî. Divê li gor wan mercên siberojê ji herêmê re alîkarî bê kirin”
basnews
