Ebadî: Hêzên pêşmerge roleke gelek girîng lîstine
Serokwezîrê Îraqê û Sedirezema Almanyayê civiyan.
Duh li Paytexta Almanya Berlînê de Sedirêezema vê welatî Engela Merkel li gel Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî civiya.
Piştî bi dawî hatina civînê jî di presskonferanseke hebveş de her du alî behsa naveroka civîna han kirin û danxuyankirin ku di civînê de behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê hatiye kirin.
Her di presskonferansa han de Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî eşkere kir ku hêzên pêşmerge gelek bi tundî şerê terorîstên DIŞIê dikin û heta niha roleke gelek girîng lîstine û terorîstên DIŞIê rastî şikestê kirine.
