• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge Nahiya Wankê bi temamî rizgar kirin

Gulan Media February 7, 2015 Nûçe
Hêzên Pêşmerge Nahiya Wankê bi temamî rizgar kirin
Duh danê sibê demjimêr 9`ê hêzên Pêşmerge yên Kurdistan`ê ji aliyê Bakur ketine devera Wanê û rêya navbera Wankê – Dêrê de ku rêyek stratîjîk e ketiye jêr kontrola Hêzên Pêşmerge yên Kurdistan`ê 2 gund û Nahiya Wankê ya ser bi qezaya Til Kêf ya nêzîkî Bendava Mûsil`ê bi temamî rizgar kirin.

Berpirsê Liqa 14 yê bajarê Mûsil`ê Îsmet Receb ragihand ku çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) mîn û bombeyên çandî li ser rêya gundê Dêrê çandine lê pêşrewiya Pêşmergeyan li wê herêmê berdewam e.

Ji aliyekî din ve çavkaniyeke Pêşmerge jî bo Malpera Xendan ragihand ku, jiber tqîna bombeyek çandî 2 Pêşmerge şehîd ketine.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku di dema niha de li gundê Dêrê şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) berdewame û firokên Hevpymanan jî bargehên û xalên çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) bombebaran dikin.

Xendan
Top