Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya bi helkefta bîst û yekemîn salvegera damezrandina Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê
Birayê minê birêz Mamosta Mihemmed Ferec Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamî
Rêzdaran Endamên Mekteba Siyasiya Yekgirtiya Îslamî
Bi helkefta bîst û yekemîn salvegera damezrandina Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû endam û alîgirên Yekgirtiya Îslamî li Kurdistanê dikim.
Li vê rewşa hestiyara ku şerekî zalimane ji aliyê terorîstan ve li ser gelê me da hatiye sepandin ewlewiyeta serekiya me hemûyan nehiştina terorîstan û palpiştîkirina Pêşmerge û parastina yekrêziya nîştîmaniye. Spas ji bo xweda li sayeya xweragiriya gelê me û canfedayî ya Pêşmergeyên me yên qehreman terorîstan tûşî şikesta mezin hatine.
Aliyekî girîngê vê şerê rûbirûbûna hizra tundrewî ya terorîstane. Daxwaz ji we yên birêz û hemû aliyên siyasiyan dikim ku li ruyê fikrî ve bi hemû şiyanek şerê teror û tundrewî bikin û rê nedin bi tu awayekî hizra nemirovaneya terorê li Kurdistanê cîh vebike.
Carekî din pîrozbahiya vê salvegerê li we dikim û hêvîdarim li erk û karên xwe da serkeftî bin û hêviya pêşketinê ji bo we dixwazim.
Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
06.02.2015
