• Tuesday, 17 February 2026
logo

Lêvegera Siyasî 3 komîte ava kir

Gulan Media February 6, 2015 Nûçe
Lêvegera Siyasî 3 komîte ava kir
Lêvegera Siyasî ya Kurd piştî ku Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) nakokiyên di nava xwe de çareserkirin û piştî ku 3 partî ji nava xwe avêtin, duhî li salona Rewabî ya bajarê Qamişlo civîna xwe li dar xist ku, civîn ji çapemeniyê re girtî bû.

Piştî ku civîn bi dawî bû, civîneke çapemeniyê bi amadebûna gelek rojnamevan û nûnerên dezgehên çapemeniyê hate lidarxistin û di civîna çapemeniyê de Endamê Buroya Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê Muhsin Tahir got: Duhî di 5’ê Sibat a 2015’an de, Lêvegera Siyasî ya Kurd bi amadebûna hemû endamên xwe ji bilî Endamê Buroya Siyasî ya Partiya El-Partî Dîmokratî Nesredîn Îbrahîm ji ber sedemên taybet bi wî ango bi beşdariya 35 endamên Lêvegera Siyasî ya Kurd hate li darxistin.

Tahir destnîşan kir ku hemû endamên Lêvegera Siyasî yên Kurd bi rihekî berpirsyar li hemberî êşa gelê Kurd di vê dema hestyar de ji Xaneqîn heta Kobanê ku rastî êrîşên “terorîstan” tên nîqaşên xwe birêve birin û wiha got: Ji ber vê yekê em wekî Lêvegera Siyasî ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo em bingehekê ji yekîtiya Kurdan re li ser asta Kurdistanê pêk bînin, dixebitin û bendên hevpeymana Duhokê bi hemû xalên wê pêk bînin.

Muhsin Tahir dazanîn ku Hevpeymana Duhok xwe dispêre sê xalên bingehîn û li ser van xalan gelek pirsgirêk hatin nîqaşkirin û wiha pêde çû: 3 Komîte ku her yek ji wan ji 9 kesan pêk tê hatin avakirin ku evin:

- Komîteya amadekirina rêziknameya taybet bi Lêvegera Siyasî ya Kurd ku ji 9 kesan pêk tê, dê di hefteyekê de rêziknameyê amade bike û roja Pêncşema bê (13’ê Sibat a 2015’an) pêşkêşî Lêvegerê bike.

Endamên vê komîteyê jî ev in:

- Mustefa Meşayêx.

- Ebdulselam Ehmed.

- Mihemed Musê.

- Ehmed Silêman.

- Ismaîl Hemê.

- Beşar Emîn.

- Feysel Yûsif.

- Selwa Bedran.

Mizgîn Ehmed.

- Komîteya duyemîn jî ji 9 kesan pêk tê û erka wê karên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di Hevpeymana Civakî de bişopîne.

- Her wiha Komîteya sêyemîn jî ji 9 kesan pêk tê û têklîdarî mijara leşkerî dibe.

Endamê Buroya Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê Muhsin Tahir di dawiyê axaftina xwe de ev agahî dan: Em ê di hefteya bê de dîsa li hev bicivin û karên hersê komîteyên ku îro hatine ava kirin, binirxînin. Em bi hêvî ne Lêvegera Siyasî ya Kurd li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigere û hemû nakokiyên di nava alî û partiyên siyasî de bi dawî bibin.

ANHA
Top