• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî û Joe Biden lihev dicivin

Gulan Media February 6, 2015 Nûçe
Barzanî û Joe Biden lihev dicivin
Di çarçoveya 51emîn kongreyê ewlekariyê li Munchen a Elmanî de, biryare Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden lihev bicivin, mijara sereke ya civînê jî dê şerê li dijî DAIŞê û pirsên girêdayî wê be.

Berpirsekî pile bilind ji kargêriya Kongreyê Munich a navdewletî ya salane taybet bi rewşa ewlekarî li cîhanê, aşkere kir ku, tê çaverêkirin di çarçoveya wî kongreyî de, Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civînekê li darbixin.

Wî berpirsî ji medyayê re ragihadn ku, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wê li gel Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bicive û ew civîn wê li ser şerê dijî çekdarên DAIŞ`ê be.

Tê çaverêkirin di wî kongreyî de ku, ku biryare 3 rojan dirêj bike, gotûbêj li ser duseya atomî ya Îranê û nakokî û rikaberiyên navxwe yên Sûriyê û arîşeya koçberan û belavbûna bilez ya vayrosa Îbola li Efrîka û şerê dijî terorê di warê elîktironî de werin kirin.

Li gor serpereştiyarên wî kongreyî, beşdarbûyên herî diyar ên kongre pêktên ji, Şêwirmenda Almaya Angela Merkel û serkirde û rêberên bêhtir ji 20 welatên cîhanê, ev ji bilî ku 60 Wezîrên Derve û yê Bergiriyê û di nava wan de Wezîrê Derveyê Amerîka John Kerry, Wezîrê Derveyê Rûsya Sirca Lavrov û Wezîrê Derveyê Îranê Cewad Zerîf, beşdariyê têde dikin.

Her di wî kongireyî de ku, ev gera 51` ê ye, Serokê Ukrayna û Sekreterê Giştî yê Hevpeyaman Bakurê Etlesî NATO bi hevaltiya Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewrûpa (YE) Federica Mugirna beşdar dibin.

Di destpêka meha borî de, BasNewsê, wek yekem dezgeha ragihandinê aşkere kiribû ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wê yek be ji endamên Kongireya Munich be û wê gotarekê jî, derbarê rewşa Kurdistanê û rûbirûbûna DAIŞ`ê pêşkêş bike.

basnews
Top