• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Helebce pêdiviya xwe bi xizmet kirina zêdetir heye

Gulan Media February 6, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Helebce pêdiviya xwe bi xizmet kirina zêdetir heye

Serokwezîrê Kurdsitanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî xelkê Helebceyê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta biparêzgeh nasandina Helebceyê ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û got: Beriya ku bêjim ev biryara parlementoyê destkefte, pêwîst bêjim ku ev mafê Helebceyê bo lewre nedestkefte jiber ku şîniyên Helebceyê êşeke gelek zêde dîtine, Helebce sembola berxwedana gelê me ye, di encama kîmiyabaranê de li Helebceyê 5 herzar welatî şehîd ketin lewre îro netenê Helebce hêjayê vê yekê ye ku bibe parêzgeh belku hêjayê xizmet kirina zêdetire.

Ez weke Serokwezîr gelek kêfxweşim ku li gel hevalên xwe me gelek hewl da daku Helebce bibe parêzgeh, herwiha gelek kêfxweşim ku civîna Parlementoyê li Helebceyê hate lidarxistin û gelek kêfxweşim ku Helebce jî bû parêzgeh hêvî dikim ew pêngava hikûmetê handereke menewî be bo şîniyên vê bajarê û dilnewayî be bo şehîdên vê bajarê û kesûkarên wan.
Top