• Tuesday, 17 February 2026
logo

Divê Turkiye bazirganiya neftê digel DAIŞ rabigre

Gulan Media February 6, 2015 Nûçe
Divê Turkiye bazirganiya neftê digel DAIŞ rabigre

Nûnerê Rûsya li Rêxistina Netewên Yekbûyî aşkere kir ku, welatê wî hefteya bûrî projeyek bo jinavbirina jêderên darayî yên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) pêşkêşî Civata Asayîşê kiriye ku çêdibe di çend rojêm dahatî de di civîna endamên Civata Asayîşê de pêşniyara Moskow bê pesend kirin.

Nûnerê Rûsya ragihand ku, tevî berdewamiya hêrişên esmanî bo ser kêlgehên neftê yên li jêr deshelata Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) lê hîna wan nekarîne jêderên darayî yên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) yên neftê rabigrin.

Her weha behsa wê yekê kiriye ku Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) berdewame di firoştina neftê de bi rêya bazarên Turkiye, lewra daxwaz hatiye kirin ku fişarên temamî bo ser Turkiye bê dirust kirin bo girtina deriyan di rûyê guhastina nefta reş ya grûpên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê).

Nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî diyar kiri ku, Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) jibilî firotina neftê bi sedan Milyon Dolar jî ji dizî û firotina asewarên dêrîn qezenc kiriye.

Ji aliyê xwe Peyvdarê Nûnerê Rûsya li Netewên Yekbûyî Kisî Zaytsêv ragihand ku, li gor hikûmeta Moskow daxitina bazarên welatên hevsê di rûyê firotina nefta Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) bi bandortire ji bombebarankirin firokên cengî yên hevpeymanan bo ser kêlgeha neftê yên li jêr deshelata Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) li Sûriye û Îraq`ê.

Xendan
Top