Herêma Kurdistanê qanûna pêkanîna gardiya niştimaniya red dike
Cebar Yawer emîndarê giştiyê wezareta karûbarên pêşmerge û peyvdarê hêzên çekdarên herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê di pireskonferensekê de çend mijarên giringên peywendîdar bi cenga dijî DAÎŞê zelal kirin û got ku, herêma Kurdistanê qanûna pêkanîna gardiya niştimaniya Îraqê red dike:
- Herêma Kurdistanê di nav dewleta federaliya Îraqê de, qewareyekî hukimdarî taybete û li gor destûra federal, herêma Kurdistanê pêşmerge, asayîş û polîsê xwe heye û çênabe weke wîlayetekê miamile bi herêma Kurdistanê re bê kirin. Ew qanûn (qanûna pêkanîna gadriya niştimanî) ji aliyê civata wezîrên Îraqê ve deng li ser hatî dan ji bo wîlayetên Îraqê ye û herêma Kurdistanê wê qanûnê red dike.
Yawer got ku, civata wîlayeta Kerkûkê jî wê qanûnê red dike û bi fermî ev helwesta xwe îlan kiriye.
Ziyan û rewşa pêşmergeyê Kurdistanê
Li dor ziyanên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorîstên DAÎŞê, Yawe got ku, ji roja 10ê hizîrana sala 2014ê û heta 3ê şiwata 2015ê hêzên pêşmerge 999 şehîd û 4596 birînadar dane û gelek ji birîndaran li nexweşxaneyên navxwe, Tirkiye, Îran û li Ewropayê tên çareserkirin.
Li dor pirosesa yekirina hêzên pêşmergeyê Kurdistanê got ku, ew pirosesa berdewame û wezareta pêşmerge bersiva pirsên komîteya karûbarên pêşmerge li parlamentoya Kurdistanê daye. Li gor peyvdarê hêzên çekdarên herêma Kurdistanê sedema texîrbûna yekirina hêzên pêşmerge kirîza êkonomî û şerê dijê DAÎŞê ye.
Yawer daxwaz ji kanalên mediyayê yên herêma Kurdistanê kir ku, bi awayekî pisporane û jîrane wêne, vîdiyo û nûçeyên pêşmerge û bereyên şer biweşîn in û bi hişiyarî miamileyê pê re bikin ji ber ku hemû ew nûçe bi emniyet û selameta hêzên pêşmerge girêdayî ne.
Rola pêşmerge li Kobanî
Cebar Yawer got ku, di 28ê çirya paşîn sala 2014ê yekem karwanê hêzên pêşmerge li ser daxwaza şervanên wê deverê weke hêzeke piştevaniyê çû Kobanî û 38 rojan li wir man. Hîngê 80% ji Kobanî di bin destê DAÎŞ de bû, karwanê duyem yê pêşmerge di roja 2ê çileya pêşîn çû Kobanî. Di vê navberê de, di navbera hinartina wecba yekem û wecba duyem ya hêzên pêşmerge bo Kobanî de, 77% Kobanî ji destê terorîstan hat rizgar kirin. Di 15 çileya paşîna îsal de wecbeya sêyem ya pêşmerge çû Kobanî û heta niha li wire û Kobanî bi timamî hatiye rizgar kirin. Niha DAÎŞ zêdetir ji 25 kîlometroyan ji Kobanî dûr e û zêdetir ji 50 gundan jî hatine rizgar kirin.
Şerê çiyayê Şingalê û operasyona azadkirina Mûsilê
Emîndarê giştiyê wezareta karûbarên pêşmerge got ku, operasyona azadkirina çiyayê Şingalê rê xweş kir ku gelek deverên din û bi taybetî deverên nêzîkî tixûbê Suriyeyê bikevin jêr destê pêşmergeyê Kurdistanê û hatin û çûyna terorîstan zehmet bike. Niha bi tenê nava bajarê Şingalê di destê DAÎŞ deye û azadkirina wê nehêsane ji ber ku, derdûra bajêr hemû hatiye mîn kirin ji aliyê terorîstan ve. Pêşmerge dixwaz bi kêmtirîn ziyan û şehîd bajêr azad bike.
Yawer got ku, hêzên pêşmergeyê Kurdistanê bi tenê naçin nav Mûsilê, divê pilan û hêzeke taybet ji bo azadkirina Mûsilê hebe. Niha hikûmeta Îraqê mijûlî azadkirina Selahedîn û Romadî ye, daku hêzên wê bikaribin ji başûr û rojava bigehin Mûsil û pêşmerge jî ji bakur û rojhilat alîkariya hêzên îraqî bike, Evy ek jî li ser biryara hikûmeta Îraq û fermana serokê herêma Kurdistanê dibe.
