Barzanî ferman da: Fermandeyên Pêşmerge bilez civiyan
Îro li Kerkûkê civîna rayedarên leşkerî û fermandeyên eniya Kerkûkê bi serokatiya Alîkarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Kosret Resûl Elî hat lidarxistin.
Di civînê de ku wek civîneke “bilez” hatiye nirxandin, li ser rewşa şerê wê eniyê yê di navbera Pêşmerge û DAIŞê de hatiye axaftin.
Serokê Fraksiyona YNKê di Encumena Parêzgeha Hewlêrê de Rêbaz Bîrkotî, ku di civînê de beşdar bibû, li ser naveroka civînê ji Rûdawê re got, civîn ji aliyê alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat lidarxistin û di civînê de ferman û şîretên Barzanî li ser eniya Kerkûkê û kêmahiyên wê eniya şer hatin axaftin.
Di civînê de, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Alîkarê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman, Wezîrê berê yê Pêşmerge û Fermandeyê Hêza 70 Şêx Cefer Mistefa, Berpirsê Dezgeha Zaniyarî û Parastinê Lahûr Şêx Cengî, Fermandeyê rojavayê eniya Kerkûkê Kemal Kerkûkî, Fermandeyê başûrê eniya Kerkûkê Westa Resûl û endamên Polîtburoya YNKê Aso Mamend û Seidî Ehmed Pîre jî beşdar bûn.
Rudaw
