Serok Barzanî beşdariya konferansa Asayîşa Cîhanî ya li Munîxê dike
Hêjayî gotinê ye Serokê Herêma Kurdistanê bi awayeke fermî ji bo vê konferansê hatiye vexwendin. Li vê konferansê da ku çend rojek didome, hejmarekî zêdeyê Serokê welatan û Serok Wezîr û pîsporên navdewletî beşdar dibin. Biryar wiha ye Serok Barzanî li konferansê da gotarek pêşkêş bike û hejmarek hevdîtin û çavpêkeftin û civînan li gel berpirsên welatên beşdarbuyê konferansê encam bide.
