Behsa Kobanî kir tirk lê hatin xezebê!
Roja duşema borî dozgeriya bajarê Amedê bi tohmeta ku Fréderike Geerdink “propaganda ji bo PKKê” kiriye, doz li hemberî wê vekir.
Geerdink ku ji bo gellek dezgehên çapemeniyê yên navdar kar dike û ji 2006ê ve li Stembolê dijiya, sala borî weke yekemîn rojnamevana biyanî mala xwe ji Stembolê bir Amedê.
Bi taybetî ji ber hinek nivîs û wêneyên ku wê di mehên Îlon û Cotmeha sala borî de li ser Kobanî li ser Twîtter û Facebookê belav kirin, dozgeriya Amedê rojnamevana holendî Geerdink bi propagandaya ji bo PKKê tohmetbar dike.
Di daxuyaniyeke ji bo rojnameya almanî “Frankfurter Rundschau“ de, Geerdink dibêje, “bêguman min propagandaya PKKê nekiriye, lê ez rojnamevaniyê dikim. Mebest ew e ku dengekî rexneyî yê biyanî bê rawestandin. Dadweriya li Tirkiyê ne serbixwe ye, lê ez nahêlim ku min bêdeng bikin. Ezê li Tirkiyê bimînim. Ez nizanim doz wê çawa bi encam bibe. Beriya mehekê min bawer nedikir ku tîmek taybet ya ji heşt kesan êrişî mala min bike, lê ji dema ku ev yek bûye êdî ez her tiştî mimkun dibînim.”
Destpêka meha Çîle Geerdink hatibû binçavkirin û ji bo çend saetan polîsên Amedê lêpirsîn li wê kiribûn. Di heman rojê de Wezîrê Derve yê Holendayê Bert Koenders jî bo serdanekê li Enqerê bû. Bert Koenders yê ku piştî bihîstina girtina rojnamevana holendî mat mabû, bi tundî bûyer şermezar kiribû û tehdîda terikandina Enqerê kiribû. Li ser vê yekê Geerdink hatibû berdan.
Geerdink ku bi taybetî li ser pirsgirêka Kurdan li Tirkiyê dinivsîne, dibêje ku Kurd mezintirîn kêmîne ne li Tirkiyê û weke rojnamevan divê mirov nêzîkî mijarê be, da ku karê xwe baş bike.
Geerdink li ser bûyera kuştina 35 sivîlan di 2011ê de li gundê Roboskê jî pirtûkek amade kiriye û pirtûk wê destpêka Adarê li Tirkiyê jî belav bibe.
Li gor rêxistina Peyamnêrên Sînornenas, Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de di rêza 154ê de ye. Hêjayî behskirinê ye ku di Cotmeha borî de, dîsa bi tohmeta ku wan propaganda PKKê kiriye, sê wênekêşên almanî li Amedê bo demekê hatibûn binçavkirin. Doza li hemberî Geerdink wê di 8ê Adarê de li Amedê destpê bike.
Rudaw
