• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka: Em itîrafê bi herêmeke Kurdî ya xweser li Sûriyê nakin

Gulan Media February 4, 2015 Nûçe
Amerîka: Em itîrafê bi herêmeke Kurdî ya xweser li Sûriyê nakin

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku, siyaseta wê herdem ew bû ku ew ligel yekparçeyiya axa Sûriyê ye, herwiha avakirina herêmeke Kurdî ya xweser li wî welatî jî red kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Jen Psaki ragihand ku welatê wê “Ti herêmeke xweser li her cihekî Sûriyê nade nasîn û ji demeke dirêj ve ev siyaseta me ye.”

Ev daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîka piştî wê yekê hat ku, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan rexne li şandina alîkariyên leşkerî ji bo Rojavayê Kurdistanê kiribû. Erdogan rexneyên tund jî li “Komploya Kurdî bo parçekirina Sûriyê” girtin, li gor ku wî binav kiriye.

Jen Psaki di bersiva vê daxuyaniya Erdogan de ragihand ku “Siyaseta me dê berdewam be li ser alîkarîkirina kesên ku şerê DAIŞê dikin, ji ber ku em dixwazin komkujiyên DAIŞê li navçeyê rawestînin. Em alîkariyan diavêjin xwa bi armanca şerê li dijî DAIŞê.”

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka tekez kir jî ku, welatê wê li dijî hewlên avakirina her herêmeke xweser li Sûriyê ye û ew pêdagiriyê li ser yekparçeyiya axa Sûriyê dike.

Di Çila sala 2014an de, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û çend partiyên hevlabendên wê ji pêkhateyên cûda, rêveberiyên xweser li Cizîrê, Kobanê û Eferînê ragihandin, ji wê demê de ew navçe ji aliyê wê ve bi rêve dibin, tevç hebûna hêz û fermandeyên rejîma Sûriyê li Cizîrê û Efrînê.

Encûmena Niştiman ya Kurd li Sûriyê jî heta niha itîraf bi wan rêveberiyan nekiriye, lê li gor yek ji xalên sereke yên Rêkeftina Dihokê, ku di 22ê Cotmeha sala borî de bi serperreştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê ENKS jî tevlî wan rêveberiyan bibe, lê piştî encamdana guhertinên bingehîn di pêkhate û bingehên wan rêveberiyan de.

Basnews
Top