Iraq: Romanyayê bi qasî 300 milyon dolar çek firotiye DAIŞê
Li gor APA, portala nûçeyan ya iraqî “iraqinews.com“ belav kiriye ku rêvebirê Lêjneya Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlementoya Iraqê, Hakim Zamîlî, dawiya hefteyê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwestiye ku ew bilez bikeve tevgerê, da ku pêşiya şandina çekên ku Romanya dixwaze ji DAIŞê re bişîne, bê girtin. Li gor Zamîlî, ew çek bi qasî 300 milyon dolaran e û ew pere jî ji aliyê welatekî cîranê Iraqê ve tên dayîn.
Lê Wezareta Derve ya Romanyayê bi tundî ev tohmet red kir û daxwaz ji Iraqê kir ku ji ber van “tohmetên bêbingeh“ bi fermî daxwaza lêborînê bike û diyar kir ku ev tohmetbarî dikare bi neyênî bandorê li pêwendiyên herdu welatan bike û tekez kiriye ku “Romanya beşek ji hevpeymaniya navnetewî ya li dijî DAIŞê ye.”
Yekşema borî (1ê vê mehê) balyozê Romanyayê li Iraqê, Iacob Prada jî daxuyaninek belav kiribû û ew îdiaya ku Romanyayê çek firotine DAIŞê, derew derxistibû û diyar kiribû ku hemû çekên ku ji Romanyayê digihên Iraqê, bi zanebûna hikûmeta Iraqê tên şandin û belgeyên bolyozxaneya Romanyayê di vê bareyê de hene.
Li gor Wezareta Derve ya Romanyayê, hêj beriya du rojan Iacob Prada bi Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî re hevdîtin kiriye û xemgîniya xwe ji bo vê “îdiaya bêbext“ diyar kiriye. Cibûrî jî soz daye ku vê mijare lêbikole.
Rudaw
