• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge behsa Pêşmergeyên dîlgirtî li cem DAIŞ`ê dike

Gulan Media February 4, 2015 Nûçe
Wezareta Pêşmerge behsa Pêşmergeyên dîlgirtî li cem DAIŞ`ê dike
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihadn ku, ew hewla azadkirina wan Pêşmergeyên ku, li cem çekdarên DAIŞ`ê dîlgirtî ne didin.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kuridstanê, Cebar Yawir ji BasNewsê re got: “Wezaretê dest bi lêkolînan li wan dîmenên vîdyoyî yên ku DAIŞ`ê belavkirine kiriye, ku têde gotine hejmarek Pêşmerge di dema êrîşkirina ser eniyên başûrê Kerkûkê de dîl kirine.”

Derbarê hewlên wan bo azadkirina wan Pêşmergeyan, Yawer diyar kir ku “Wezareta Pêşmerge bi ti awayekî ligel grûpên terorîst têkiliyê nake û hewl jî didin ku, bi rêya hewlên taybet ên xwe wan Pêşmergeyan azad bikin.”

Yawer derbarê hejmara Pêşmergeyên dîl û cihê niha yê wan, ti zaniyarî nedan, bi sedema ku ew di lêkolînên taybet ên xwe de ne.

Di dawiya heftiya borî de, çekdarên DAIŞ`ê êrîşeke berfireh bi ser eniyên başûrê bajarê Kerkûk kirin û di wan êrîşan de bêhtir ji 200 çekdarên DAIŞ`ê hatin kuştin û hejmarek Pêşmerge û efserên bilind jî, ji Wezareta Pêşmerge şehîdbûn û çend Pêşmerge jî dîl kirin.

Basnews
Top